Li Dirbêsiyê 600 donim zevî şewitî

Şewta ku îro li navçeya Dirbêsiyê derketî qasî 500 donim zeviyên çandiniyê da ber xwe. Şewat ji aliyê tîmên vemirandina agir, şêniyên navçeyê û YPG, YPJ‘ê hate kontrolkirin.

Îro di saetên nîvro de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Hemdaniya, Selam û Til Dîkê ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ket û qasî 600 donim zevî şewitand.

Piştî kedeke mezin a ji aliyê tîmên vemirandina agir, şêniyên navçeyê û YPG/ YPJ‘ê ve şewat hat kontrolkirin.

ANHA


Mijarên Din