​​​​​​​Li Dirbêsiyê du navendên tendurisiyê yên gerok têne amadekirin

Hevya Sor a Kurd li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê amadekariyên du navendên gerok dikin, ji bo ku li rewşên vîrûsa Korona binere.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst girt da ku vîrusa Korona negihêje herêmê û şêniyên herêmê, biparêze.

Ji tedbîrên ku hatin girtin qedekirina çûn û hatinê ku di roja 8`emîn de ye, amadekirina navendên karantînayê her wiha hemleyên hişyarkirinê ne.

Di nava tedbîrên hatine girtin de Heyva Sor a Kurd amadekariyên vekirina du navendên gerok li Dirbêsiyê dike da ku rewşên ku dibe bi vîrusa Korona bin lêkolîn bike. Navend li pêşiya navenda Heyva Sor a Kurdî li Dirbêsiyê ye.

Girêdayî mijarê ji rêveberên Heyva Sor a Kurd a navçeya Dirbêsiyê Bêrîvan Xelê destîşan kir ku armanca wan ji avakirina her du navendên gerok ku rewşên ku dibe bi vîrusa Korona bin lêkolîn bike.

Bêrîvan Xelê der barê mekanîzmeya her du navendên gerok wiha got:"Kesê ku dibe bi vîrusa Korona bin dê di konê yekemîn de tedawî kirin. Heger encama neyînî be dê ji hundirê navendê were şandin da ku li wan binêre. Heger gûman di der barê wan de hebe ku bi vîrusa Korona ye dê bişînin navenda duyemîn da ku tedbîrên pêwîst were kirin û dê wan ber bi navenda karantînê ve bişînin."

Bêrîvan Xelê di dawiyê de pişterast kir ku heta niha li herêmê tu kes bi vîrusê neketiye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din