Li Dirbêsiyê ji bo şehîdê Berxwedana Rûmetê Şahoz merasîm pêk hat

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Eymen Şêx Corc bi nasnav Şahoz Serêkaniyê merasîmeke pêk hat.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê, ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Eymen Şêx Corc (Şahoz Serêkaniyê ) re yê  li bajarê Serêkaniyê di berxwedana li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê de şehîd bibû, merasîmek lidar xist.

Merasîma li gundê Sadiyê yê ser bi navçeya Dirbesiyê, cihê jidayikbûna şehîd Şahoz, hate lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Ehmed Mamo, li ser navê QSD`ê fermandar Mihemed Nebî Kotî axivîn û sersaxî ji malbatê şehîd re xwestin.

Axaftinvanan sersaxî ji malbata şehîda xwe re xwestin û soz dan dê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Li ser navê malbata şehîd Şahoz Serêkaniyê jî bavê şehîd Yûsif Şêx Corc axivî û got: ‘‘Şehîd Şahoz ne tenê şehîdê min e, lê belê şehîdê gelê vî welatî ye, şehîdê jiyana azad û bi rûmet e.‘‘

Bavê şehîd soza da ku dê şopdarên xeta şehîdan bin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din