Li Dirbêsiyê û Til Hemîsê agir bi zevî ket

Li navçeyên Dirbêsiyê û Til Hemîsê agir bi dehan zeviyên çandiniyê ket.

Îro sêşemî saetên piştî nîvro li gundên Sinceq, Hemîdiyê, Firêhiyê, Şûr, Çolbistan û Xirbe Îda yên başûrê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Tîmên agirkujê û şêniyên navçeyê heta vê kêliyên agir vedimrînin.

QAMIŞLO

Li navçeya Til Hemîsê şewata ku ji gundê Til Lehem û Barûda yê rojavayê navçeyê derket ber bi bakur û rojhilatê navçeyê berfireh dibe.

Nûçegihanê me ji navçeyê diyar kir ku şewat ber bi bajarê Qamişlo ve fireh dibe.

Şewat li zeviyên gundên "Idrîsî, Fexara, Xiwêtila Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Rişîdiyê, El-Ezo, Hilwa, Benî Sebai, Til Eza, Hilwaya Mezin û Xirab Nehar" derketiye û dûmana wê li ser navçeyê geriya.

Şewata ku dirêjahiya 30 km û firehiya 15 km da ber xwe didome.

Tîmên agirkujê û şênî vemirandina agir didomînin.

ANHA


Mijarên Din