`Li dora Efrînê dîwar lêkirin, tê wateya parçekirina axa Sûrî`

Şêniyên Kobanê teqez kirin ku lêkirina dîwar li Efrînê tê wateya parçekirina axa Sûrî û gotin: “Têkoşîn û vîna me dê dagirkeriya Tirkiyê bişîkîne. Em ê axa xwe biparêz in."

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşî axa Efrînê kir, bi sedan şênî qetilkirin û bi sedan jî birîndar kirin. Di 18’ê Adara heman salê Efrîn dagir kirin. Piştî dagirkirinê jî şênî revandin, kuştin û gelek binpêkirin li ser wan meşandin. Tevî hemû kiryarên qirêj, niha bi lêkirina dîwar li Efrînê dixweze  axa Sûrî parçe bike. Zêdetirî hefteyekê ye ku dagirkeriya Tirkiyê dîwarekî bi dirêjahiya 70 km li derdora Efrînê lêdike.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwar û qebûl nekirina parçekirina axa Sûrî çalakiyan lidar dixin. Îro jî şêniyên Kobanê meşek hat li dar xistin. Şêniyan ku beşdarî meşe bûn, ji ajansa me re axivîn û lêkirina dîwar şermezar kirin.

‘Em lêkirina dîwar qebûl nakin’

Jina bi navê Zehîda Faris diyar kir ku ew tu car lêkirina dîwar qebûl nake û wiha got: "Aaxa Efrînê axa me ye. Dewleta Tirk a dagirker dixweze bi lêkirina dîwaran axa Sûrî ji hev qut bike. Di Efrînê de me bi hezaran şehîd dan. Ma em ê çawa dagirkeriyê li axa Efrînê qebûl bikin."

Jina bi navê Xedîca Elo wiha axivî: “Dewleta Tirk bi hemu hêz û balafirên xwe êrîşî me kir. Niha jî dixweze Sûrî parçe bike. Em wek dayîkên Kobanê çi ji me bê xwestin em amede ne. Em lêkirina dîwar tu car qebûl nakin."

Mamosteyê bi navê Xalid Ceradê jî diyar kir ku lêkirina dîwar li Efrînê tê wateya parçekirina Sûrî û wiha dewam kir: "Ev bûye demeke dewleta Tirk hemû cûreyên komployan li ser Efrînê dide meşandin. Li hember van komployan cîhan bê deng maye. Piştî ku dagirkeriya Tirk dît nikare parçeyekî ji axa me dagir bike, dest bi lêkirina dîwar kir. Lê belê em wekî mamosteyan eger bi çalakiyan û meşan mabe dîsa em ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin."

ANHA


Mijarên Din