Li Dêrazorê 20 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin

Di çalakiyeke QSD‘ê li dijî bargeh û tunelên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bajarokê Şihêl ê gundewarên Dêrazorê de 20 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê li ser mijarê got: "Hêzên me di saetên sibeha roja 15‘ê Gulana 2019‘an de operasyoneke paqijkirinê dabû destpêkirin.  Di operasyonê de bargehên terorîstan li bejahiya herêma Şihêl hatin girtin."

QSD‘ê diyar kir ku di operasyonê de 20 terorîst hatin girtin û hin bargeh û du tunelên ku çeteyan ji bo êrîşkirinê bi kar di anîn hatin dîtin, her wiha rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

ANHA


Mijarên Din