Li Dêrazorê 4 şehîd hatin oxirkirin û nasnameyên 8 şehîdên din hatin eşkerekirin

Şêniyên herêma El-Besîra ya Dêrazorê cenazeyên 4 şehîdan li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 8 şehîdên QSD`ê eşkere kirin.

Şêniyên herêma El-Besîra û gundên derdorê yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, bi merasimek girseyî şervanên QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi navên Ehmed El-Hisên El-Hesen, Ebûd Ebid El-Hemadê yên ku di dîroka 10’ê Nîsana 2019`an de, şehîd Mihemed Amêr El-Hemed şervanê QSD`ê yê ku di 23’ê Adara -2019`an de û şehîd Mihemed Ewad El-Weka şervanê Hêzên Xweparastinê yê ku di dîroka 23’ê Adara 2019`an de şehîd bûbûn oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan li ber têketina bajarokê El-Besîra wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîd Hanî El-Hesen.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir.

Piştre endamê MSD`ê Siyamend Xilo û yek ji fermendarên Hêzên Ewlehiya  Hundirîn Musa El-Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Her duyan destnîşan kir ku bi saya şehîdan terore têk çû û ewlehî li herêmê serwer e.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Malbatên şehîdan nasnameya 8 şehîdên QSD`ê yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne eşkere kir. Navên şehîdan wiha ne: Ebdulrezaq El-Umer bi nasnav Zagros, Elî Ebdulsetar El-Mihcem bi nasnav Siyav, Umer Xelîl El-Abdullah bi nasnav Baran Kişkiye, Feyiz Firîm El-Elî bi nasnav Baran Kişkiye, Ebdulqadêr Elî El-Mihsên bi nasnav Seqir Kişkiye, Ebdulsetar Xelef El-Mistefa bi nasnav Mersûmî Kişkiye, Şakir El-Elî bi nasnav Sultan û Beşar El-Salih bi nasnav Mihemed.

Piştî wê wesîqyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Hevalên şehîdan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin ser milan û li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din