Li Dêrazorê bawername li xwendekaran hatin belavkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirin a Dêrazorê îro bawername li xwendekarên astên seretayî û navîn belav kirin.

Komîteyê di dawiya werza yekemîn a perwerdeyê de 229 hezar û 900 bawername li xwendekarên 600 dibistanan belav kir.

Komîteyê xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Hejmara xwendekarên  ku tev li ezmûnan bûne; asta seretayî 191 hezar û 945 xwendekar û asta navîn 44 hezar û 55 xwendekar in.

(şx)

ANH


Mijarên Din