Li Dêrazorê bi boneya roja cîhanî têkoşîna li dijî hişbirê, madeyê hişbirê hatin şewitandin

Îro Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê miktarên mezin ji madeyên hişbirê ku di operasyonên xwe yên berê de desteser kiribûn, bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê îmha kirin.

Îro 26’ê Hezîranê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê ye. Cara yekemîn li Dêrazorê bi vê boneyê çalakiyek ji hêla Hêzên Ewlehiya Hundirîn li dar dikeve. Di çalakiyekê de hêzê miktarên madeyên hişbirê ku berê di operasyonên xwe yên li dijî bazirgan û qaçeqciyên madeyên hişbirê de destekeser kiribûn, îmha kirin.

Di çalakiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn miktar û cureyên madeyên hişbirê ku desteser kirine bi vî awayî eşkere kirin: 8.5 kg ji heşîşê hevîr, 4 hezar û 614 hebên Kibtekol, Seda Vid 73 qutî, Haxol 7 qutî, Pycopalen 117 qutî, Baltans 2 qutiyên ku tê de 385 heb hene, Zolam 9 qutiyên ku tê de 1445 heb hene, Nedophil 15 qutî, 130 qutiyên derziyên hişbirê, Prozac 2 qutî, Sportex 110 heb, dermanên dem borî 585 qutî, Motival 2 qutî, Tramadol 55 zerf, Fustan 55 zerf.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kirin ku di operasyonên desteserkirina wan madeyan de 121 kesên ku têkiliya wan di bazirganî û birina madeya hişbirê hene, girtine.

Çalakî li Akademiya Şehîd Hanî El-Hesen a li Herêma 7 km li ser rêya Hesekê bi tevlibûna fermendarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, endamên Edaletê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Dêrazorê û Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar ket.

Di destpêka çalakiyê de serokê Komîteya Hundirîn a Dêrazorê Besêm El-Latîf axivî û pesna kedên mezin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vî warî de kir. El-Latîf tekez kir ku gelek aliyên dijber hewl didin van madeyên bi jehr di nav gel de bi taybet çîna ciwanan  belav bike. El- Latîf got armaca wan parçekirina civakê ye. El-Latîf bang li welatiyan kir ku divê hevkariyê bi hêzên ewlehiyê re bikin da ku herêm ji vê nexweşiyê xilas bibe û kesên sûc kirine muhesebe bikin.

Di çalakiyê de  axaftin bi navên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Dîwana Edaletê û Buroya Têkoşînê li dijî sûc, hatin kirin. Axaftvanan kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Têkoşîna li dijî Sûc ji bo tunekirina vê diyardeyê, spas kirin.

Di dawiya çalakiyê de komîteya pispor madeyên hişbirê li pêşberî herkesî şewitandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din