Li Dêrazorê bi DAIŞ`ê re şer

Şervanên QSD`ê di encama çalakiyên li dijî DAIŞ`ê li bejahiya Dêrazorê de gelek çek û cebilxane desteser kirin. Her wiha di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li gundê Şewît şer didome.

Şervanên QSD`ê çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê didomînin. Rojane şane têne girtin û baregehên ku çekên xwe tê de vedişêrin, têne dîtin.

Nûçegihê me ji herêmê ragihand ku şervanên QSD`ê li gundê Cirzî yê 40 km dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê di encama çalakiyeke taybet de girt. Nûçegihanê me destnîşan kir ku girtina ser baregeha çeteyan çend saetan dewam kir.

Di çalakiyê de şervanan gelek çekên ku di bermîlan de bûn û çeteyan xistibûn bin erdê, dîtin. Ji wan topên hewanê, BKC, kalaşnîkov, bombe, mayin, çekên RBC, her wiha gelek bêtêl.

Şervanên QSD`ê bi ser şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê li gundê Şewît ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê de jî girt. Heta van kêliyan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şer didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din