Li Dêrazorê çeteyê êrîş pêk anî , hat kuştin

Çeteyekî ku bi motorsêklêteke bombebarkirî êrîş bir ser bendeke kontorlê yên Hêzên Ewlekariyê li bajarokê Siwer ê Dêrazorê, hate kuştin.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin çeteykî DAIŞ‘ê bi motorseklêteke bombebarkirî êrîş bir ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Siwer ê Dêrazorê. Çeteyên piştî ku motorseklêt li nêzî benda kontrolê teqandin hewl dan bireve, lê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin.

Di êrîşî de endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

ANHA


Mijarên Din