Li Dêrazorê çeteyek hate kuştin û yek din hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ku bi du çeteyên din re hewl dide bombeyek biçîne, girt û yek din jî hate kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê piştî şopandina tevgerên wan ên bi guman li herêma Aliyan a navçeya Siwerê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê, çeteyekî şaneya veşartî ya DAIŞ‘ê girtin.

Li gorî berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Hêzên Ewlekariya Hundirîn  endamekî şaneyê DAIŞ‘ê ku bi du çeteyên DAIŞ‘ê re dema  hewl didan mayînan bi cih bikin, girt.

Berpirsên hêzên ewlekariyê diyar kirin ku di navbera hêzên wan hersê çeteyên şaneyê de şer derket, di encamê de çeteyek yek kuştin, yek hate girtin û yê din jî reviya.

Yekîneyên Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayîn ku çeteyan hewl didan bi cih bikin bê bandor kirin.

ANHA

 


Mijarên Din