​​​​​​​Li Dêrazorê di navbera QSD, Koalîsyona Navnetewî û eşîrên herêmê de civîn

Meclisa Eşîrên herêma El-Bûkemal a rojhilatê Dêrazorê bang li Koalisyona Navnetewî kir ku di aliyê istixbaratî de destekê bidin QSD`ê û helwesteke siyasî der barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bistînin da ku sînorekî ji hewldanên aliyên derve ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derdixin, daynin.

Li gundê El-Mo Hesen ê rojhilatê bajarokê Hecînê di navbera Meclisa Eşîrên herêma El-Bûkemal, QSD`ê û Koalisyona li dijî DAIŞ`ê  derê barê geşedanên li herêmê, civînek hat lidarxistin.

Zêdetirî 17 şêx û rûspiyên eşîr û qebîleyên herêma El-Bûkemal bi serkêşiya Serokê Meclisa Eşîran a herêmê û şêxê Eşîre Şiêtat Nasir Teram El-Xelef, fermandarê QSD`ê li herêma Dêrazorê Ronî Mihemed, hejmareke ji endamên meclisa herêma leşkerî û tîmeke ji karûbarên sivîl di Koalisyona Navnetewî de, tev li civînê bûn.

Di civînê de Fermandarê QSD`ê yê herêma Dêrazorê Ronî Mihemed der barê rewşa ewlehiya herêmê de, geşedanên li herêmê bi taybet li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê ji kuştin û hedefgirtina kesayetên eşîran û civakî de wiha axivî: "Kuştina ku çêdibe hemû di çarçoveya ku kolan li dijî hêzên me yên leşkerî derkeve."

Ronî Mihemed wiha domand: "Hewldan ji aliyê rejîma Sûrî û DAIŞ û dewleta Tirk jî hene. Ev hemû dixwazin tevlîheviyê derxînin. Ji ber wê me bendên kontrolê û dewriyeyên leşkerî li herêmê zêde kir. Dest bi operasyona leşkerî li dijî çekdarên ku bi awayekî veşartî derbasî herêmê dibin, kir û derfet nadin ku di navbera her du qiraxên avê de derbas bibin, tenê di deriyên sereke de derbas dibin."

Ronî Mihmed anî ziman ku divê rûspî û şêxên eşîran dest bi hişyarkirina şêniyên herêmê bikin, wan dûrî fitneyê ku hêzên hikûmeta Sûrî û istixbaratên wê dixwazin derxînin bixin û bang li her kesî kir ku alîkariya hev bikin da ku ewlehî çêbibe.

Li aliyekî din jî, rûspiyên eşîrên ereban û şêxan gava ku QSD`ê di çarçoveya şerê çekdaran, şerê kesên hewldana derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiyê dikin, destpê kiriye erê kirin.

Her wiha şêxên eşîran bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku piştgiriya QSD`ê bikin û hîn zêdetir xebata istixbaratê xurtir bikin, alîkariya rêxistinên girêdayî koalîsyonê ne bikin, da ku pêşî li destwerdanên derve û berjewendiyên wan bigirin. Her wiha şêxên eşîran anîn ziman ku divê li hemberî herêmê û Rêveberiya Xweser helwesteke cidî bidin, piştgiriya qada aborî û parastina şêx û rûspiyên eşîran bikin.

Koalîsyona Navneteweyî jî diyar kir ku ew ê destekdayîna xwe ji bo QSD`ê da ku li dijî şaneyên DAIŞ û şaneyên din li herêmê şer bikin, dewam bikin. Her wiha koalîsyonê anî ziman ku hemû ew ê bi hemû enerjiya xwe kar bikin da ku destekê bi rêya rêxistinan, bidin. Di heman demê de, koalîsyonê bang li rûspiyên eşîran kir ku dema rastî gefan hatin agahiyê bidin koalîsyonê û QSD`ê da ku ew ê bi rêya xwe çareser bikin.

Paşê, şandeya Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê ji civînê derketin û civîna şêxên eşîran dewam dike. Tê payîn Meclisa Eşîrên Herêma Bûkemalê daxuyaniyekê bide û tê de behsa geşedanên dawîn ên li herêmê diqewime, bike.

Têkildarî civîna Meclisa Eşîrên Herêma Bûkemalê û girîngiya wê, şêxê eşîra Beqan Ebdullezîz Salim diyar kir ku dema li herêmê rewşeke awarte derdikeve civîn têne lidarxistin û biryarên girîng têne standin.

Berdewam tê….

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din