Li Dêrazorê hemleya dezenefektekirinê didome

Di roja 11‘an a qedexeya derketina derve de, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya tevahiya komîteyan hemleyên rêgirtina li pêşiya derketin û belavbûna Koronavîrusê didomîne.

Şaneya Aloziyê dest bi hemlaya dezenfektekirin û reşandina derman li piraniya gund, mezraa, kolanên sereke, deriyê têketin û derketina gundan û saziyan kir.

Komîteyên girêdayî hemleyê dest bi dezenfektekirina gundên herêma El-Cizrat ên rojavayê gundewarê Dêrazorê kirin. Di nav kolanan de bi taybet sûkên tijî şênî belav bû û dest bi reşandina dermanan kirin da ku dezenfektekirin bigihêje tevahiya cihan.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a gundê El-Sawa yê rojavayê Dêrazorê Zekeriye El-Esaf got: "Bi koordîneya yekser û bilez a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me tedbîrên hişyariyê li herêmê girtin. Jê yên herî girîng hemleyên dezenfektekirinê ya ku li gel ferzkirina qedexeya derketina derve berdewam in."

El-Esaf wiha doman: "Ji du rojan ve me dest bi reşandina dermanan û dezenfektekirina tevahiya cihên giştî, taybet, kolanên sereke, mezaraa û gundan kiriye. Em bang li şêniyan dikin ku ji bo silamtiya xwe biryara qedexeya derketina derve bînin cih."

Şêniyên Dêrazorê piştî ragihandina Rêveberiya Xweser biryara qedexeya derketina derve di 23`yê de, biryarê tînin cih.

(şx)

ANHA


Mijarên Din