​​​​​​​Li Dêrazorê herêma Ebû Xeşeb û kampa koçberan hatin dezenfektekirin

Şaredariya Gel a Dêrazorê têkildarî hewldanên pêşîlêgirtina Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma Ebû Xeşeb a gundewarên rojavayê Dêrazorê û kampa koçberan dezenfekte kirin.

Şaredariya Gel a Dêrazorê kampa koçberan a herêma Ebû Xeşeb, kolan, cihên giştî û mezreyên girêdayî herêmê dezenefekte kirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê kampa Ebû Xeşeb Ehmed El-Şêx diyar kir ku ev dezenfekte bi rêya hevkariya yekser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk hat û bang li şêniyan kir ku der barê tenduristiya xwe de li gorî qedexeya derketina derve tev bigerin.

Bijîşk Ehmed Deham ê li navenda tenduristiyê ya Ebû Xeşebê jî wiha got: "Mijarên pandemiyê yên li kampê serwer in û tu rewşên pêketina Koronavîrusê tune ne."

(fr)

ANHA


Mijarên Din