Li Dêrazorê ji endamên meclisan re dewreyeke perwerdeyê hate vekirin

Rêveberiya Meclisên Herêmê yên gundewarê rojavayê Dêrazorê ji bo endamên komîn û meclisan dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî vekir.

Li herêmên Dêrazorê yên di demên dawî de ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûne, perwerdekirina şêniyan li ser pergala netewa demokratîk de didome. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Meclisên Herêmê yên gundewarê rojavayê Dêrazorê ji bo edamên komîn û meclisên gundên Sawa û Kesrayê dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî vekir.

Endamên Meclisa Sawa rojên Duşem û Sêşemî û endamên Meclisa Kesrayê rojên Çarşem û Pêncşemê perwerde dibînin.

Endamê Rêveber ê Rêveberiya Meclisên Herêmî ya Dêrazorê Xalid El-Emo ji ANHA‘yê re anî ziman ku perwerde ji 8 semîneran pêk tê. Rojane du semîner ji saet 09:00 heta 12:00 tên dayîn.

Xalid diyar kir ku dê mehê bê de ji bo hemû meclisan dewreyên perwerdeyê vekin.

ANHA


Mijarên Din