Li Dêrazorê Komîteyê Xizmetguzariyê dest bi ziftkirinê kirin

Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyên girêdayî Meclisa  Sivîl a Dêrazorê dest bi ziftkirina rêyên bejahiya Dêrazorê kirin.Tê zanîn ku nêzî 343 hezar ji madeya Îsfeltê li ser sê aliyên ji rojhilatê bejahiyê, bakur û rojava hatiye belavkirin.

Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl Dêrazorê, bi armanca hêsankirina awayê çûn û hatinê û tevgera erebeyan li Dêrazorê, li ser banga şêniyan û şêxên eşîran dest bi ziftkirina rêyên ku rastî xerabiyê hatine kirin, da ku rewşa xizmetguzariyê ya girêdayî bejahiya ku nû hatiye rizgarkirin baş bibe.

Xebata  ziftkirinê ji rêyên van gundan pêk tê:

Rêya gundê Cerwan, El-Cezra bi qasî 4 hezar û 500 m3 ji madeya îsfeltê pêk hat

El-Kesra

Ebû Xeşeb

El-Mekman bi qasî 1000 m3

Ji Konîko heta bi El-Tabiyê bi dijrêjahiya 10 km û bi qasî 8 hezar m3

El-Besîra

Cedîd Agêdad bi qasî hezar û 30  m3

Çerxerêya gundê El-Hisan û rêya El-mar a gund û heta bi rêya Hesekê ku 7 km dike, ev jî bi dirêjahiya  4km û madeya îsfeletê ku bi qasî 3 hezar û 500 m3

Giranîc û Hecîn ku madeya îsfeltê bi qasî 3 hezar m3.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Xizemtguzariyê û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Cîhad El-Lcî got: “Projeya ziftkirinê ji girîngtirîn projeyên xizmetguzariyê ye, ji ber ku rê rastî xerabkirinê hatine û ji bo şêniyan ev yek giring e.”

Cîhad El-Lcî teqez kir ku komîte di projeya ziftkirina rêyan de, heta hemû rêyên bejahiya Dêrazorê yên rastî xertabiyê hatine bidawî bikin, dê xebata xwe berdewam bike.

Hêjayî bibîrxistinê ku Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan di heftiya borî de plan û projeyên xizmetguzaiyê yên ji bo pêşrojê, da ku rewşa bejahiya Dêrazorê baş bibe, danîbûn pêşiya xwe.  Ji van planan, plana ziftkirina rêyan û sererastkirina torên avê, her wiha ji nû ve xetasên ava vexwarinê werin sererastkirin bû.

(eh)

 ANHA


Mijarên Din