Li Dêrazorê li bargeheke şandeyên veşartî hate xistin

Li bajarokê Bisêrayê yê Dêrazorê QSD‘ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewetî li bargeheke şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê xist, di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çalakiyên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundewarê Dêrazorê didomînin.

Nûçegihanên me yên li Dêrazorê ragihandin ku QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî li gundê Demanê yê bajarokê Bisêra yên bakurê Dêrazorê çalakiyek hevbeş li dijî bargeheke şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê pêk anîn. di encamê de 5 çete dema hewl da birevin hatin kuştin.

Demek beriya niha jî çavkaniyên herêmî diyar kiribûn ku bi dehan şandeyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundên nêzî bajaroka Bisêra wekî Zîban û Şihêl hene. Her wiha bi dehan mayîn, motorsîklêtên bombebarkirî û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê hate dîtin.

Malperên ser bi rejîma Sûriyê nûçeyek weşandibû û diyar kiribû ku kesên hatin kuştin sivîl in.

ANHA


Mijarên Din