Li Dêrazorê miqdarek zêde mayîn û teqemenî hatin dîtin

QSD û tîmên tunekirina mayînan li gundê Şeifa yê girêdayî herêma Hecînê miqdarek mayîn, top û teqemenî dîtin.

QSD û tîmên tunekirina mayînan  lêgerîna xwe li herêm û gundên ku ji DAIŞ`ê rizgar kirine didomînin da ku paqij bikin û ewlehiyê vegerînin.

Di vê çarçoveyê de QSD û tîman miqdarek mayîn û top di nav mal û nuqteyên DAIŞ`ê de vedîtin. Hêzê hewl da mayîn û teqemeniyan bê bandor bike. Her wiha operasyonên hêzê li tevahiya herêmên Dêrazorê piştî ku ji DAIŞ`ê rizgar kirine berdewam in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din