Li Dêrazorê polîsên leşkerî yên Rûsya endamekî istixbaratên asîmanî kuşt

Polîsên leşkerî yên Rûsî gule ber bi 3 endamên istixbaratên asîmanî ve berdan ji ber li ser bendeke kontrolê ya Rûsya  li bajarê Meyadîn ne sekinînin. Di encama wê de endamek hat kuştin, yek hat girtin û yek jî reviya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku li ser bendeke kontrolê ya polîsên leşkerî yên Rûsî li Çerxerêya El-Belûm a deriyê veguhestina bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê gule ber bi erebeyekê ku 3 endamên istixbaratên asîmanî yên hêzên hikûmetê têde bûn avêt, ji ber erebe li benda kontrolê nesekinî.

Li gorî navenda çavdêriyê ku di encama wê de endamekê isitxbaratên asîmanî hat kuştin, yek jî ji aliyê polîsên leşkerî yên Rûsî ve hat girtin û yê sêyemîn jî reviya.

Navenda çavdêriyê di 7`ê Tîrmehê de ragihand ku bi dehan endamên El-Dîfa El-Wetenî jê veqetiyan û tev li komên alîgirên Îranê bûn.

 (bx)


Mijarên Din