Li Dêrazorê pîrozbahiya salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê

Yekemîn salvegera damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Dêrazorê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina partiyê şahiyek li gundê Mihêmîde yê gundewarê rojavayê Dêrazorê li dar xist. Di şahiyê de serokê partiyê Ibrahîm El-Qeftan, sekretera partiyê Hevrîn Xelef, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, endamên partî û saziyên sivîl û bi dehan şênî amade bûn.

Di şahiyê de El-Qeftan salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û diyar kir ku partiya wan ne ku hejmarên zêde dixwaze, lê belê xwedî projeyek demokratîk û dewleta saziyan e û hemû di welat de şirîk in.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen axivî  û diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên gelek dijwar ji şerên li dijî DAIŞ`ê derbas kirine. Ew roj bi serkeftina QSD`ê li dijî DAIŞ`ê bi dawî bûn. Ji ber wê jinûveavakirin pêwîst e.

Leyla destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê aliyek siyasî ye dikare diyalogê bike da ku ewlehî pêk were.

Piştre bi navê Meclisa Jin a El-Cezra endama rêveber Şehrezad El-Casim axivî û got: "Em Sûriyeyek nû dixwazin. Ruxmî  azarên ku jinê ji tirs û xofê jiyaye lê di qadên leşkerî û siyasî de cihê xwe girt û rolek çalak lîst. Di dawiyê de biserket."

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranan gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din