Li Dêrazorê rewş aram e

Piştî tevliheviya li rojhilatê gundewarên Dêrazorê ji ber derbasbûna çekdaran ji herêmê re û hedefgirtina nuqteyên ewlekariyê, aramî careke din vegerî herêmê.

Li bajarokên Hewayic, Zîban û Şihêl ên rojhilatê gundewarên Dêrazorê ji 29`ê Tîrmeha derbasbûyî ve kesayetên êlî, civakî û leşkerî hatin kuştin. Di hewldanekê de ji bo afirandina aloziyê, nexasim piştî bikaranîna bûyera kuştina berdevkê êla Igêdat Metşir Hemûd El-Hefel.

Ji ber belavbûna komên çekdar ên ku bi awayekî veşartî derbasî bajarokên navborî bûbûn û piştî hedefgirtina nuqteyên ewlehiyê, hişt ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya şêx û rûspiyên eşîran mudaxele bikin û rewşê kontrol bikin. QSD`ê ji bo vê yekê jî bendên kontrolkirinê zêde kirin û pêgavên leşkerî dan destpêkirin. Ev jî bû sedem ku aramî mîna berê vegere herêmê.

Bi zêdebûna bendên kontrolê re û piştî girtina bi dehan çekdaran û hevkarên wan li herêmê jiyan hêdî hêdî vegerî herêmê. Vê yekê jî rehetiyek li cem şêniyan çêkir ku QSD û rûspiyên herêmê dikarin li hember her êrişek û tevliheviyekê bisekinin.

Şêniyê bi navê Hemed El-Samir ji ANHA`yê re got: "Her tişt baş e. Ewlehî û aramî li herêmê vegeriya. Em ji rêveberiyê dixwazin ku xizmetan ji me re pêşkêş bikin."

Li gel xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk bendên kontrolê, firinên herêmê, dikanên kel û pelan, dermanxane û nexweşxaneyan careke din dest bi xebatê kiriye. Xebatên QSD`ê dê heta demeke din li herêmê bidomin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din