Li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê hate girtin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi çalakiyekê şaneye veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê girt û miqdarek çek û alavên peywendiyê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser zimanê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam ev agahî parve kir: "Serkeftina çalakiya girtina ser baregehên girêdayî DAIŞ‘ê bi saya agahiyên piştrast ên istîxbaratî  ku gihiştin ber destê me hat. Di çalakiyê de alavên nû yên peywendiyên û rêjeyek çekên sivik û navîn ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Ebû Leys destnîşan kir ku şane li bajarokê Bisêra û gundewarê wê çalak bû û berpirsê çandina teqemeniyan ji bo hedefkirina hêzên me û talankirina milkên xelkê di bin gefê de ye"

 


Mijarên Din