​​​​​​​Li Dêrazorê şerê di navbera du êlan de bi dawî bû

Ev du roj e di navbera eşîra Demîm û Ebû Herdan ên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şer rû dide. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlekariyê û leşkerî destwerdan kir.

Di navbera eşîra Demîm a li gundê Behra û eşîra Ebû Herdan a li bajarokê Hecînê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şer derket, di encamê de 2 kes mirin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Şerê di navbera her du malbatan de di roja yekê de ji ber pirsgirêkên pereyên jeneratorê bû, roja duyan jî eşîra Demîm êrişî eşîra Ebû Herdan kir û gule li hev du reşandin.

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Yekser aliyên leşkerî û ewlehiyê destwerdan kir û tê payîn ku bi nûnertiya rûspiyên herêmê alozî çareser bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din