Li Dêrikê 35 hezar ton ji ceh û genim hatin wergirtin, navendên nû vebûn

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî 35 hezar ton ji berhemên genim û ceh ji cotkarên herêma Dêrikê û navçeyên wê di mewsima îsal de heta niha wergirtin. Her wiha 2 navendên nû li Gir Ziyaret û Til Elo hatin vekirin. Cotkar jî geliyên bihabûnên kirê, barkirin û çinînê dikin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî li Dêrikê ji destpêka meha Hizêranê ve da ku berhemên çandiniyê ji cotkarên herêma Dêrikê û navçeyên wê wergirin, navendên xwe vekirin.

Komîteyê bihaya kirîna berhema genim bi cureyên ter û hişk li gor radeya berhemê diyar kir. li rexê jî bihaya ceh jî diyar kir.

Komîteyê berhema genim dokme ji cotkarên herêmê piştî lêvegera komîn û temamkirina belgeyên pêwîst, wergirt.

Piştî cotkar karta derbasbûna navenda depoyan wergirt, berhem ji hêla pisporan tê kifşkirin û hin jê ji bo diyarkirina radeya berhemê diçe odeya laboratorê.

Piştî laboratorê, berhem tê pîvan û li navendê tê valakirin.

Li gor hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî Sitê Hesen diyar kiriye ku 5 navendên girêdayî Şîrketê hene. Navenda Qereçox, Gir Ziyarat, Til Elo û navenda Til Koçer amade ne ku berhema genim wergirin û her wiha jî ji bo berhema ceh jî amade ne. Sitê Hesen domand ku berhema li navenda Dêrikê hatiye wergirtin 9 hezar û 500 ton e. Lê navenda Qereçoxê 11 hezar ton ji berhema genim û ceh wergirtiye û ev her du navend jî hatine girtin, ji ber tijî bûne. Ji lewre Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandinî depoyên Gir Ziyarat di 24’ê Hizêranê de vekirin, heta niha jî 54 hezar ton genimê ter û 22 hezar ton jî genimê hişk wergirtine.

Di vê derbarê de cotkarekî ji gundê Mîrka Mîra yê girêdayî herêma Dêrikê Eladîn Mihemed got  cotkarên herêma Koçerat azarên bihabûnên kirêya birina berheman a li navenda Gir Ziyaratê û kirêya karkeran dikişînin.

Mihemed îşaret pê kir ku berhem bi sedema nexweşiya zengê ne di asta baş de bû tevî dijwariya baranê. Li aliyekî dîtir jî xwediyên patozan li gor bihayên hatine diyarkirin tevnegeriyaye. Ji her hektarekê ji dêvla 15 hezaran ku Desteya Çandiniyê diyar kiriye bibirana, 25 hezar dibirin. Li rexê karkeran jî der barê barkirin û danînê de ku li serê her tûrekî 500 lîreyê Sûriyê hatiya diyarkirin, kar nedkirin. Ji lew e li ser cotkaran bar zêde kir.

Navendên Gir Ziyarat û Til Elo dê heta bidawîkirina mewsima çandiniyên berhemên genim û ceh wergirin.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din