Li Dêrikê bandora nexweşiya zingarê zêde li mewsimê nekir

Berpirsên Saziyên Çandiniyê û Sewalvaniyê yên Dêrikê tekez kir ku îsal mewsima genim zêde tu ziyan bi awayekî mezin negihiştê. Her wiha saziyên ku piştevaniya cotkaran kir, alîkariyên li dijî nexweşiya zingarê û kurmika sonê pêşkêş kirin.

Barana zêde ya bi awayekî bênavber li ser piranî herêmên herêma Cizîrê bû sedema şilbûnê di axên çandiniyê de. Di encamê de hin rewşên nexweşiyên mewsima genim, wekî zingar û kurmika sonê derketin.

Li aliyekî din jî metirsiya cotkarên Dêrikê ji ziyanên ku bigihîje çandiniyê bi sedema nexweşiya zingarê heye. Lê berpirsên Saziya Çandinî û Berhemên Sewalvaniyê ya Dêrikî diyar kir ku mewsima genim, tu ziyanên mezin negihiştiyê û pêşbînî dikin ku berhemeke baş dê îsal hebe. Her wiha tekez kir ku heta niha genim di rewşa başbûnê de ye.

Ziyanên kurmika sonê û zingarê û çareseriya wan

Li gorî berpirsên Saziya Çandiniyê diyar kir, nexweşiya ku bi zeviyên tovan tê bi sedemên şilbûna zêde û li ber tava rojê di demeke dirêj de nehiştine. Di encamê de ziyan digihîje mewsimê, heke nehat dermankirin.

Her wiha zeviyên tovan rastî kurmika sonê jî tê ku tovan xirab dike, başbûna wan kêm dike û madeya nişê ji ard jî kêm dike.

Foruma zanebûnê ji cotkaran re û piştvaniya alîkariya li dijî nexweşiya sonê

Bi armanca sînordarkirina ziyanên nexweşiya zingarê û kurmika sonê li ser mewsima çandiniyê, Saziya Çandiniyê û Berhema Sewalvaniyê li Dêrikê forumên zanebûnê der barê çawaniya tunekirina van nexweşiyan li dar xistin.

Her wiha saziyê hewl da ku derman û alavên çandiniyê ji bo sînordarkirina ziyanan dabîn bike.

Endezyar û endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê û Berhema Sewalvaniyê li Dêrikê Selah Hemze wiha got: “Barana zêde ya îsal bi awayekî kêm bandor li mewsimê kir. Mewsim zer bû û hin nexweşiyên kufik, zingar û kurmika sonê derketin, bi taybet bi cudabûna germahiya di navbera roj û şev de, derketin.

Hemze tekez kir ku ziyan ne mezin e û ne jî di pileya xetereyê de bû. Bi taybet piştî saziyê cotkar agahdar kir û vexwend forumê da ku pêwîstiya xebat li dijî van nexweşiyan bikin, bû.

Reşandina derman li zêdetirî 4 hezar hektaran

Selah Hemze diyar kir ku xebata li dijî tunekirina nexweşiyên zingar û kurmika sonê li zeviyên genim tevî ku baran dibarî û rewşa hewayî tevlihev bû jî, bê navber meşî. Her wiha heta niha li zêdetirî 4 hezar hektar zevî derman hatiye reşandin. Cotkar û Komîteyên Çandiniyê zeviyên ku mane bi armanca têkbirina nexweşiya zingarê û garantiya mewsima çandiniyê, derman li wan direşînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din