Li Dêrikê, baregeha leşkerî ya artêşa dagirker hate rûxandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bargeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dirêkê rûxand.

Artêşa Tirk a dagirker ji bargehên xwe yên li ser sînor êrîşên li dijî jîngehên sivîlan ên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Şervanên QSD‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku şervanan bargeha leşkerî ya artêşa dagirker a li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê rûxand.

ANHA


Mijarên Din