Li Dêrikê berfirehkirina projeya çandina sebzeyên havînê

Piştî serkeftina projeya havînê ya çandina sebzeyan bi rûbereke biçûk a bi çavdêriya Komîteya Aboriyê ya Jinan a Dêrikê, lêkolîna befirehkirina projeyê bi rêya çandina cureyên dîtir ji sebzeyan, tê kirin.

Bi çavdêriya jinan li herêma Dêrikê projeyên ji bo çandina sebzeyên havîn û zivistanê tên çêkirin da ku li hember bihabûna kel û pelan, bilindvûna nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyê bibin piştevan, bi wê re jî Rêveberiya Xweser piştevaniya projeyên aborî kir.

Projeya li gundê Girkendal ê herêma Koçberat tevî ku nû hatiye destpêkirin, berhemeke baş da. Piştî serkeftina wê projeyê niha Komîteya Aboriyê ya Jinan berfirehkirina projeyê lêkolîn dike.

Bi hevrûkirina bihayên li sûkan, Komîteya Aboriyê  hinekî bihabûn şikand, her wiha cudatiya bihayên li sûkan û projeya jinan di navbera 100 heta bi 200 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekê re ye.

Piştî serkeftina projeyê di çandina, kartol, pîvaz û sîran de da ku pêdiviya şêniyên herêmê ji sebzeyan bi bihayên guncaw dabîn bikin, her wiha çandina miloxiyê, fringî, petêx, îsot û bazincan, niha jî lêkolîn li ser firehkirina projeyê bi rêya çandina cureyên dîtir ji sebzeyan tê kirin.

Çavdêrên li ser projeyê piştrast kir ku serkeftina projeyê piştî çinîna miloxiyê, fringî, petêx, îsot û bazincanê hat ku parçeyek ji pêdiviyên herêmê dabîn kir.

Çavdêran da zanîn ku Komîteya Aboriyê ya Jinan dê projeyê befireh bike û cureyên dîtir ji sebzeyan biçînin. Her wiha dê projeyên mîna vê li gundên dîtir jî pêk bînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din