Li Dêrikê bi boneya jidayikbûna Ocalan parkek hate vekirin

Şaredariya Gel li Dêrikê bi boneya jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taxa Şehîd Xebat Dêrik, Parka 4’ê Nîsanê vekir. Her wiha Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bi vê boneyê jî şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li pêş Parka 4’ê Nîsanê kom bûn. Her wiha deriyê parkê ji hêla dayika şehîd Husên Şawîş û Ferha Mihemed dayika şehîd Çekdar ve hat vekirin. Piştre, bi navê hevserokatiya Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto axivî û vekirina parkê pîroz kir.

Rojîn wiha domand: "Bi boneya jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê Nîsanê, park li Taxa Şehîd Xebat hate vekirin û 100 darên cihêreng lê hatin çandin."

Li aliyekî din jî bi navê Kongreya Star a Dêrikê Fatme Silêman axivî û vekirina parkê li Ocalan, malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir. Her wiha jî soza şopandina rêça şehîdan da ku heta serkeftinê û rizgariya Ocalan ji girtîgehên faşîzma Tirk da.

Bi heman armancê,  bi sedan zarok û malbatên wan tev li şahiya zarokan a li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bûn.

Di şahiyê de stran, şano û dîlanên folklorîk ên ku komên Kulîlkên Koçerat, koma şanoyê ya Koçerat, koma dîlanê ya Koçerat peşkeş kirine, berdewam kir. Her wiha li rexê jî komên stran, dîlan û stranên folklorîk ên girêdayî Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din