Li Dêrikê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê  şanoyeke hate pêşandan

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol li navenda Dicle ya Çand û Huner a bajarê Dêrikê şanoya "Dayê çawa rizgar bû" hate pêşandan.

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên navenda Dicle ya Çand û Huner beşdarî pêşandana şanoyê bûn. Şano ji aliyê koma Ava Mezin a girêdayî navenda Dicle ve hate pêşandan.

Beriya şanoyê sînevizyonek derbarê jiyana şanogrê Kurd Yekta Herekol de hate nîşandan.

Piştre koma Ava Mezin şanoya ''Dayê çawa rizgar bû" pêşkêş kir. Şano ji aliyê Elî Hisên Kerîm ve hatibû amadekirin û derhenêr Mihyedîn Sîbo ye.

Di dawiyê de derhenêrê şanoyê Mihyedîn Sîbo ji ANHA`yê re wiha axivî: "Di şanoyê de behsa çawaniya rizgarkirina dayikê ku nûnertiya welat dike. Şano girîngiya berxwedanê li hemberî dagirkeran û yekitiya li hemberî dijminê gelê Kurd destnîşan dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din