Li Dêrikê bi hezaran salvegera şehadeta şehîd Zîlan bi bîr anîn

Bi hezaran ji şêniyên herêma Dêrikê salvegera  24`mîn a şehadeta têkoşer Zeynep Kinacî(Zîlan), bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Bi hezaran ji şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, da ku beşdarî merasîma salvegera têkoşer şehîd Zîlan bibin, li pêşiya Navenda Şehîd Rûbar kom bûn.

Piştî rêzgirtinê, ji endamê Koordîneya Giştî ya Kongreya Star Hêvî Ehmed axivî û salvegera şehîd Zîlan û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û rola şehîdan di gihandinê qona dîrokî de destnîşan kir û wiha got:"Bi saya berdêlên şehîdan, em gihan vê qonaxa dîrokî û me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkefî bidest xisitine."

Hêvî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna şehîd Zîlan û wiha pê de çû:"Li dijî faşîzma Tirkiyê ku di der heqê gelê Kurd de û hemû gelên li ser cografiya Kurdistanê dijîn, komkujiyan pêk tîne, şehîd Zîlan efsaneyên qehremaniyê bi fedekariya xwe xêz kir."

Hêvî Ehmed got: “Şehîd Zîlan nûnertiya jina azad û rasteqîn dike, ku di oxira parastina nirx û wateya jiyana azad de canê xwe li dijî faşîşa Tirk da."

Ji endama Koorîdneya Kongreya Star Hêvî Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan di Şoreşa Rojava de, şopdariya wan ji rêya şehîd Zîlan û rêhevalên wê yên ku di oxira rizgarkirina jinan ji hişmendiya mêrdestî de, rêya têkoşîn û fedekariyê xêz kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din