Li Dêrikê bi wesîleya 19‘ê Tîrmehê şevbêrkeke helbestan

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Cizîrê bi şevbêrkeke helbest û stranan salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê pîroz kirin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê bi wesîleya salvegera 7‘an a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Rojava şevbêrkeke helbest û stranan li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê li dar xist. Bi dehan kes beşdarî şevbêrkê bibûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêveberê Yekîtiya Rewşenbîran bi xêrhatina beşdaran kirin û helbesteke li ser Şoreşa Rojava xwend.

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ya Şaxê Dêrikê helbestên ku li ser Şoreşa Rojava nivîsandibûn, xwendin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Heqî Botan axivî û got: "Em vê şoreşa mezin a ku manefestoyê netewa demokratîk Abdullah Ocalan kevirê wê yên bingehîn danîye pîroz dikin. Serkeftinên di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin berhemên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e."

 Bi navê Kongreya Star Dîlber Elî jî axivî û got: "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fedekarî kirin, berxwedana xwe ya li hemberî rêxistina herî xeter di cîhanê de  bi tîpên zêrîn xêz kirin."

Di dawiya şevbêrkê endamên koma Dicleyê stranên şoreşgerî gotin.

ANHA


Mijarên Din