Li Dêrikê cenazeyên 7 şehîdan bi merasîmekî girseyî hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 7 şehîdên ku di cih û demên cuda de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên Şervîn Murad (Nûcan Cuman), Murad Batmaz ( Botan Têkoşîn), Azad Çetîn (Sîdra Şer), Zana û Rûmar ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, Cemal Murdî (Ronî Ciwanrû) ê ku di encama qezeyekê de li Dêrikê şehîd bûye, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîzêr (Samo Padayîf) ji ber nexweşiyê li bajarê Şamê şehîd bûye li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan  ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir. Paşê fermandarê YPG`ê Mihyedîn Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Xêrkî soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin û armancên wan da.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Şahoz soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftinê da. Hesen destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku armanca wê jî tunekirina gelê Kurd e.

Hesen wiha berdewam kir: "Pergalên desthilatdar dixwazin hebûna gelê Kurd, kesên demokrat û fikrê azad tune bikin. Lew ra êrişên li dijî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran hebûn. Lê rastiyek heye kesek nikare veşêre ew e ku fikrê serok Apo ruxmî tecrîda lê hatiye ferzkirin, li tevahiya cîhanê belav bûye."

Piştre nasnameyên 7 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên QSD‘ê de veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din