Li Dêrikê du malbat pev çûn: 8 kes birîndar bûn

Li gundê Zihêriyê yê girêdayî herêma Dêrikê di encama nakokiyên di navbera du malbatan de, pevçûn çêbû û 8 kes birîndar bûn.

Li gundê Zihêriyê yê girêdayî herêma Dêrikê di navbera malbata (A.B) û (T.S) de ji ber nakokiyên li ser çêrandina pez, pevçûn çêbû û di encama wê de 8 kes ji her du malbatan birîndar bûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn. Di encama wê de 8 kes ji her du malbatan birîndar bûn. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên bajarê Dêrikê û 2 jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Qamişlo.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din