Li Dêrikê hewldanên çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê

Komîteyên rewşên awarte yên girêdayî Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin kehrebeyê ji bajarê Dêrikê re bi rêya diyarkirina 10 ambîran ji her malakê re li gorî derfetan peyda bikin.

Kehrebe ji şêniyên bajarê Dêrikê re bi rêjeya 12 heya 15 saetan rojane tê peydakirin. Ev xebat li gorî miqdara 10 ambîran ji her malekê re tê meşandin. Endamên navenda kehrebeyê jî di dirêjahiya 24 saetan de nobetdariyê digirin da ku dema pirsgirêkek çêbû, mudaxele lê bikin û sererast bikin.

27 endamên Navenda Kehrebeyê ya Dêrikê hene. Di nav de 7 di beşa rewşên awarte de ne. Ruxmî alavên kêm jî xebata wan di dirêjahiya 24 saetan de didome. 7 megawat ji kehrebeyê ji bajarê Dêrikê û gundên girêdayî wê re hatiye diyarkirin. Lê li gel firehbûna bajêr û zêdebûna kargehan ev miqdar têra bajêr nake.

Gerînendeyê Saziya Kehrebeyê ya Dêrikê Delîl Yûsif tekez kir ku karmendên saziyê bênavber dixebitin û stasyon û nuqteyên zirar dibînin, sererast dikin da ku pêwîstiya bajêr ji kehrebeyê peyda bikin.

Yûsif destnîşan kir ku Desteya Enerjiyê hewl dide madeyên pêwîst ji bo sererastkirinê bi rêya birina destheqê çêkirinê ji şêniyan bi miqdara hezar lîreyên Sûriyê her du mehan peyda bike. Her wiha tekez kir ku şêniyên bajêr bi saziya kehrebeyê re hevkar dibin û qanûnên girêdayî başbikaranîna kehrebeyê tînin cih.

Yûsif destnîşan kir ku ji ber kêmasiya di alavên taybet de, ew astengiyan di sererastkirina pirsgirêkan dibînin. Yûsif bang li şêniyan kir ku bi saziyê re hevkar bin û qanûnên girêdayî bikaranîna kehrebeyê bînin cih.

Şêniyên bajarê Dêrikê razîbûna xwe ji karê kermandên Saziya Kehrebeyê yên bajêr ji ajansa me re rave kir. Şêniyan jî tekez kir ku komîteyên rewşên awarte bersiva giliyên şêniyan didin.

Li tevahiya Sûriyê di dirêjahiya salên aloziyê de, ji ber wêrankirina komên çeteyan navendên kehrebeyê û topbarana ji hêla rejîma Sûriyê ve kehrebe gelekî kêm e. Tevî wê jî alavên kehrebeyê yên li bendav û navendên kehrebeyê hatin talankirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din