Li Dêrikê ji bo şehîd Diyar Xerîb sersaxî hate xwestin

Li bajarê Dêrikê ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb sersaxî hate xwestin. Her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk meşek hate lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo bi armanca ku beşdarî merasîmê sersaxiyê yê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê 5 Tîrmehê di êrîşa hewayî ya Tirk de şehîd bûye bibin li ber navenda Ciwana a Şehîd Bawer kom bûn. Şêniyan bi meşeke protestoyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina Diyar Xerîb berî dan stada Kornêş cihê qebûlkirina sersaxiyê.

Şêniyên wêneyên şehîd Diyar Xerîb hilda bûn û bi navber diruşmeyên "Şehîd Namirin" berz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger sersaxî ji malbata şehîd Diyar Xerîb û gelê Kurd re xwest û wiha got: "Li ser gelê Kurd gelek komkujî û komplo têne meşandin, gelê me li hemberî van komkujiyan bêdeng namîne, em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeran mezin bikin."

Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsif axivî û wiha got: "Şahadeta Diyar Xerîb di encama xiyanet û komployên dijî şoreşa azadiyê ya gelê Kurdistanê de pêk hat."

Dîlber wiha got: "Îradeya gelê Kurd û hêza wê, hemû plan û komployên li dijî doza me vala derxistin, tevî hemû hewldanên rêxistinên dagirkerên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd û doza wê, lê rastê binketinan tê, ji ber vê yekê em teqez dikin tu çareserî li Rojhilata Navîn pêk nayên, heta ku doza Kurdan çareser nebe."

Her wiha rêhevalê şehîd Diyar Xerîb Dilêr Cûdî sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî re xwest û soza şopandina rêya Diyar da û wiha got: "Şehîd Diyar sembola netewî û wefadariyê di parastina doza gelê wê de ye, tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, piştî ku fikir û felsefeya Rêberê Gelan naskir, 25 salan ji temenê xwe ji bo azadiya gelê xwe tekoşiya."

Cûdî wiha got: "Têkoşîn û lehengiya şehîd Diyar Xerîb gihaşt astên lehengiyê, heta gihaşt asta şahadetê."

Her wiha bi navê Kongreya Star û PYD`ê  axaftin hatin kirin, heta gotin ku şehîd Diyar Xerîb û şehîdan bişopînin.

Piştî axaftin bidawî bû, senîvsyonek der barê jiyan û têkoşîna şehîd Diyar Xerîb hate pêşandan.

Tê payîn ku sibê dê şêniyên kantona Qamişlo û Hesekê berê xwe bidin konê sersaxiyê li stada Kornîş.

(jo)

ANHA


Mijarên Din