Li Dêrikê merasîma oxirkirina 7 şehîdan pêk hat

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên 7 şehîdên ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 7 şervanên QSD`ê ku di dem û cihên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Navên şehîdan wiha ne: Waêl Omer (Zinar Botan), Salih Ibrahîm (Xebat) ku di dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî de li bajarê Hesekê şehîd bûn û 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku nasnameyên wan nehatine zanîn.

Şênî li nexweşxaneya Dêrikê kom bûn da ku cenazeyên şehîdan wergirin. Piştre di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê, bi sedan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) toraneke leşkerî li dar xist. Piştre yek ji fermandarên YPG`ê Hemîd Cûdî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Cûdî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tu hêz nikare li pêşiya projeya neteweya demokratîk bisekine ku bingeha xwe ji fikrên Ocalan digire."

Cûdî tekez kir ku dê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, li ber xwe bidin.

Yek ji rêveberiyên Kongreya Star Heyfa Erebo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da. Heyfa wiha got: "Bi salane ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana li dijî êirşên çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û dewleta Tirk ku hemû şêwazên dijmirovî ji bo tunekirina hebûna gelên herêmê û projeya wan a demokratîk, dewam dikin."

Heyfa Erebo destnîşan kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûye, ji ber ku bi biryara xwe ya têkoşîn û berxwedanê ve girêdayî ye.

Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyên 6 şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin. Her wiha cenazeyê şehîd Xebat Ibrahîm li Goristana Şehîdan a Til Koçerê hat veşartin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din