​​​​​​​Li Dêrikê nêrînên derbarê nirxê ampêran de cuda ne

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo, ji ber bilindkirina nirxê "amperan" bi gazinc in. Lê belê hinekên din dibînin ku li gorî bihabûnê û bilindbûna nirxê dolar, ev nirx guncew e. Şaredariya Gel jî destnîşan kir ku dê "amûra hejmartina amperan" bi kar bîne û nirxê amperan li gorî nirxên berê hatine diyarkirin, bihesibîne.

Li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo nirxê her amperekê ji hezar û 800 leyreyî rabû 2 hezar û 250 lireyê Sûriyê. Ev yek tevî daketina nirxê dolar ku demeke berê gihîştibû nêzî 3 hezar lireyê Sûriyê, îstiqrara nirxê sotemeniyê û zêdebûna saetên xebata jeneratoran pêk hat.

Bi destpêkirina meha Tebaxê re xwediyên jeneratoran nirxê her amperekî rakirin 2 hezar û 250 Leyreyên Sûriyê. Şêniyên Dêrikê ji ber vê yekê bi gazinc in û bang li aliyên têkildar kirin ku rewşê bi dawî bikin.

Xelîl Hesen ku dikanek li sûka Dêrikê kirê kiriye, wiha dibêje: "Xwediyên jeneratoran mercên heyî bi kar tînin û bilindbûna nirxê dolar û nirxê parçeyên sererastkirinê dikin behane."

Hesen wiha domand: "Tevî daketina nirxê dolar û îstiqrara nirxê sotemeniyê jî, ji destpêka vê mehê de nirxê her amperekî ji hezar û 800 leyreyî rakirin 2 hezar û 250 lireyê  Sûriyê. Em bang li aliyên têkildar dikin ku sînorekî ji vê yekê re deynin."

Lê belê şêniyê bi navê Abdullah Hemze xwedî nêrîneke cuda ye. Hemze destnîşan kir ku jeneratorên malan ji aliyê restorekirin, sotemeniyê û hwd.. ji nirxê amperan bihatir in. Ji lewra, li gorî rewşa heyî, nirx guncew e.

Hemze wiha got: "Nirxê piraniya madeyan biha ye. Li gorî van madeyan em dibînin ku nirxê amperan guncew e. Heke xwediyên jeneratoran jeneratorên xwe ji sûk û taxan rakirin, Meclisa Navçeya Dêrikê nikare eleketrîkê peyda bike."

Ajansa nûçeya a Hawarê giliyên şênî û xwediyên dikanan ji Şaredariya Gel û xwediyên jeneratoran re rakir. Yek ji rêveber û endamê komîteya rêveber a Şaredariya Gel a Dêrikê Hesen Hemze wiha got: "Şaredariya Gel biryar da ku amûra hejmartina amperan li ser hemû jeneratoran bi kar bîne. Bi vê yekê dê nirxê amperan li gorî saetên xebitîna jeneratoran be."

Hemze wiha lê zêde kir: "Her saeteke xebitîna jeneratoran bi 10 lireyê Sûriyê hate diyarkirin. Divê kesên ku apmer standine ji bo her amperekî di saetê de 10 lireyê Sûriyê bidin. Jenerator rojane ji saet 12:00`ê nîvro heta 12:00`ê nîvê şevê tên xebitandin. "

Hemze diyar kir ku li tax û sûka Dêrikê 28 jenerator hene û destnîşan kir ku dê amûra hejmratina amperan li ser hemû jeneratoran bê danîn da ku zirar negihêje xwediyên jeneratoran û gel.

Hemze her wiha piştrast kir ku dê komîteya girêdayî Şaredariya Gel çavdêriya hemû jeneratoran bike da ku bi hejamra saetan neyê lîstin û rojane eleketrîk bi rêk û pêk bigihîne şêniyan.

Danîna amûra hejmartina amperan ji ber betlaneya cejnê ku rastî destpêk mehê hat, her wiha ji ber qedexeya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 20 vê mehê daniye, dereng ma.

Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya herêma Cizîrê di 6`ê Tîrmeha 2020`an de di civîna bi nûnerên yekitiya xwediyên jeneratoran, odeya pîşesaziyê, rêveberiya zemhîrê û desteya rêveberiya herêmî û hawîrdorê biryara danîa amûra hejmartina amperan dabû, da ku saetên xebitîna jeneratoran bên hejmartin. Her wiha her saeteke xebitîna jeneratoran ji bo her amperekî bi 10 Leyreyên Sûriyê diyar kiribû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din