Li Dêrikê pirsgirêka qutbûna avê

Şêniyên taxa Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê ji ber ev 4 mehin ava wan qut bûye zehmetiyan dikşînin û li benda alîkariyê ne.

Ji destpêka meha Nîsanê ve şêniyên taxa Şehîd  Xebat a bajarê Dêrikê ji ber qutkirian avê zehemtiyan dikşînin. Şênî bi rêya sarîcan û erebeyên taybet ji xwe re ava vexwarinê peyda dikin.

Di taxê de tenê bîrek heye ew jî ya yek ji şêniyên taxê ye. Şênî rojane ava vexwarinê ji bîrê dibin.

Şêniyên taxê derbarê zehmetiyên xwe de ji ANHA`yê re wiha axivîn:

Şênî dibêjin zêdetirî 4 meh e ku av negihaştiya taxa wan.

 Şêniyan destnîşan kirin ku wan serdana komîna taxê, şaredariya gel û gerînendeya avê kirin. Saziyan soz dan wan ku dê toreya avê fireh bikin.

Şêniyên taxa Şehîd Xebat dest bi amadekariyên firehkirina toreya avê yan jî kolandina bîrekê kirin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Zehmetiyên şêniyan bi rêya ajansa me gihaşt aliyên pêwendîdar. Derbarê mijarê de Hevserokê Gerînendeya Avê ya bajarê Dêrikê Mihemed Emîn Hacî wiha got: "Gerînendeya avê zehmetiyên şêniyan gihandiye şaredariya gel. Çareseriya vê pirsgirêkê ku bîreke were kolandin da ku ava vexwarinê were  peydakirin."

Mihemed Emîn Hacî destnîşan kir ku şaredariyê mijara taxa Şehîd Xebat paşde xist heta, ji bo ku pirsgirêk baş were çareserkirin.

Mihemed Emîn Hacî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger toreya avê were firehkirin dê pêwîstiya hejmarek ji şêniyên taxê bi avê bimîne, ji ber hin mal hene li jorin û av naghêje wan."

(bx)

ANHA


Mijarên Din