Li Dêrikê pêşketina rewşa tenduristiyê

Navenda Heyva Sor a Kurd li Dêrikê xizmetên bijîşkî bê pere pêşkêşî şêniyan dike. Bi wê re jî beşa tendirustî pêş dikeve û barê dermankirinê li şêniyan sivik dibe.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd di 12’ê Kanûna 2012’an de hat damezrandin. Ji 8 endamên dilxwaz ên ji bajarê Amûdê pêk tê. Rêxistin di encama pêwîstiyên herêmê yên xizmet, dermankirinê de hat avakirin. Ji ber ku li herêmê şer û êrîşên komên çete hebûn. 

Heyva Sor a Kurd piştevaniya herêmê ji şênî û dermanfiroşên li Rojava wergirt. Her wiha jî rêxistinên alîkar û bijîşkî yên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê mîna Heyva Sor a Kurdistanê hemû derfet û dermanên guncaw, pêşkêş kirin.

Heyva Sor a Kurd di dirêjahiya salên şoreşa Rojava de li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navend vekirin. Yek ji wan jî  Navenda Şaxa Heyva Sor a Kurd li bajarê Dêrikê ye.

Heyva Sor a Kurd li Dêrikê ji şêniyên navçeyê û gundên bejahiya Koçerat û Berav re bi rêya navendên tendirustî xizmetan pêşkêş dikin.

Di hemû aliyên pisporiyê de lêveger û derman bê pere ye

Di Navenda Heyva Sor a Kurd li Dêrikê de gelek beş hene, mîna; qeydkirina navên nexweşan, beşên hemşîre, zarok, hundirîn û jin. Her wiha di navendê de Îko û alava meyzekirina dil hene.

Navend ji saet 8’ê heta 11  nexweşiyên zarok û jinan pêşwaz dike. Ji saet 11 heta 13’ê nexweşiyên hundirîn pêşwaz dike. ji saet 13’ê heta dawiya dewamê hemû rewşên nexweşên dîtir pêşwaz dike.

Xizmeta lêmeyzekirina nexweş û danîna derman bê pere ye. Li rexê jî derman ji nexweşên giran re bi awayekî dorveger tê dabînkirin.

Rojane 60 nexweş tên dermankirin

Li gor rayedarên di Heyva Sor a Kurd li Dêrikê de, rojane navend 60 nexweşên cuda pêşwaz dike.

Navendê bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyan, beşa laboratorên bijîşkî lê zêde kir. Li rexê jî beşa rewşenbîrtiya tendirustiyê lê zêde kir û wê jî hişt ku lêveger zêde bibe.

Alava lêkolînkirina penceşêra pêsîrê dê di çend hefteyên bê de bê dabînkirin

Ji xizmetgên ku dê Navenda Heyva Sor a Kurd a Dêrikê pêşkêş bike, alava radyolojiyê ya pêsîrê ya keşifkirina zû li gel nexweşên pencşêrên pêsîrê ye.

Li gor hevserokê şaxa herêma rojhilat Newroz Xelîl, Heyva Sor a Kurd ji rêxistinên navdewletî re daxwaza kirîna alava mamogirafî (alava radyolijiyê ya kişandina pêsîrê) pêşkêş kiriye.  Ji ber ku nexweşiya penceşêra pêsîrê bi rêjeyekî bilind li herêmê belav bûye. Lê rêxistinan tu alîkariyên guncaw pêşkêş nekirine. Ji lew re Heyva Sor a Kurd hewl da ku alava ku lêçûna wê 82 milyon lîreya Sûriyê ye, bikire.

Her wiha Navenda Heyva Sor a Kurd çavdêriya li ser navendên tendirustî yên li gundewarên herêmê dike. Ji wê zêdetir dê hin navendên nû ava bike. Di vê dawiyê de 2 navendên tendirustiyê li gundên Siwêdiyê û Dêrna Axî hatin vekirin.

Bişîşkê di beşa zarokan de Dara Başa tekez kir ku navend rojane nêzî 25 zarokan pêşwaz dike. Rewşên giran jî radike nexwexaneyên herêmê.

Hin cureyên dermanan kêm in

Rayedarên li Navenda Heyva Sor a Kurd li Dêrikê bal kişand ser ku pêwîstiya navendê bi derman bêjîşkiyê heye da ku xizmetan şêniyan bê kirin.

Rayedaran bang li rêxistinên navdewletî kir ku piştevaniya Rêxistina Heyva Sor a Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Heyva Sor hewl dide nuqte û navednên xwe li tavahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê firhe bike. Her wiha dê li Siwêdiyê û Dêrna Axa û li gund û naçeyên dîtir jî navendan ava bike.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din