Li Dêrikê şahiya salvegera 16`an a damezirandina PYD`ê

Partiya Yekitiya Demokratîk salvegera 16`an a damerzirandina partiyê bi dirûşmeya `Bi giyana neteweya demokratîk em salvegera 16`an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk vedijînin` hat pîrozkirin.

Bi hezaran  şêniyên herêma Dêrikê û çar navçeyên wê tevî endamên saziyên civaka sivîl, rûspiyên êlên Ereb, partiyên siyasî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, bi sedan ji şervanên YPG, YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayîş) beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen axivî û got: "Divê em bikevin ferqê ku îro bi saya fedekariyên gelê me û xwîna şehîdan em şahiyê li dar dixin. Partiya Yekîtiya Demokratîk liser bingehek rast, bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê ku bingehîn lêvegera gelêrî û zanistî li Rojava daniye, ava bû. Lewra gelê me xwe li ser vê bingehê di tevahiya waran de birêxistin kir."

Heseb wiha domand: "Partiya Yekîtiya Demokratîk rastî gelek êrîşên pergalên faşîst hat. Gelek endamên wê ji kadroyên partiyên ji hêla rejîma Sûriyê ve hatin girtin û çaranûsa hindek ji wan ne diyar e. Tevî ku gelek ji wan bi komployên li dijî kadroyên partiyê li hundir û derve şehîd bûn."

Hesen ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Armanca partiyê biratiya gelan di navbera pêkhate û mezheban de ye. Lewra partî amadeye bikeve diyalogê da ku vê pirsgirêkê care bibe û pergelek demokratîk ku xizmeta tevahiya gelan dike ava bibe."

Di dawiyê de Hesen got: "Em soza şopandina rêyan şehîdan didin. Bi vê boneyê em tevahiya şehîdên xwe di şexsê şehîd Şîlan, Fuad, Zekeriya, Cemîl, Bavê Cûdî, Osman, Îsa Hiso û heval Xelat a ku çaranûsa wê di girtîgehên rejîma Sûriyê de hîna ne diyar e bi bîr tînin. Tevî bi sedan ji hevalên ku rastî dijwartirîn cureyên îşkenceyê di girtîgehê rejîma Sûriyê de."

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Hiso axivî û salvegera damezirandina partiyê ya 16`an pîroz kir.

Ayşe diyar kir ku gelê herêmê deyndarê şehîdan e yên ku ji bo ku gel di nav azadî û bi rûmet bijî gelek fedekarî dane, Ayşe  balkişand ser têkoşîna partiyê di 16 salan de di pêşkêşkirina çareseriyan, felsefeya azadiya jinê, rêveberiya xweser de ev rêveberî bûye pergal û çareseriya herî guncew ji aloziya Sûriyê re.

Di dawiya gotinên xwe de Ayşe got: “Dagirkirina Efrînê êşa herî mezin e. Ji ber ku Efrîn bûbû nimuneya azadî û demokrasiyê û jin azad bû û civak birêve dibir. Lewra Tirkiyê Efrîn kir hedef da ku nimuneya demokrasiyê li herêmê tune bike.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Şehîd Alêna ji Rimêlanê, Koma Reseniya Govendê ya girêdayî Til Hemîsê, Koma Şehîd Rojbîn Ereb a ji Til Koçerê tevî Koma Botan a ji Qamişlo û Koma Cûdî ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re vegotin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din