Li Dêrikê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

Li Dêrikê ji bo 13`ê gerîlayên HPG û YJA Starê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn merasîmê bîranînê hate lidarxistin û sersaxî hate xwestin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, şervanên YPG`ê û YPJ`ê beşdarî merasîmê ragihandina nasnameyên 13 gerîleyên HPG û YJA Starê bûn ku di nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê de di cih û demên cûda gihiştin asta şehadetê bûn û sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li ber navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hat lidarxistin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ibêd axivî û wiha got: "Di kesayeta van şehîdan de, em hemû şehîdan bibîr tînin û soza tolhildanê didin, gelê me û bi saya lehengiya şehîdan û fikir û felsefeya Ocalan, kevirê sereke ji şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re danî."

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di merasîman de axivî û got, gund û bajarokên herêma Cizîrê îro, bi ragihadina Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 13 tekoşeran, xemilî û bi cilên nû xwe xemilandine.

Yûnis di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kiyarên rêjîmên faşîzm ên li dijî gelê Kurd û wiha pê de çû: "Êrîşa dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pergala faşîst a Îranê çêdibin, bombebarandina dagirkeriya Tirkiyê ji çiyayên Kurdistanê û şewitandina zeviyên li Efrînê û Cizîrê, armancên wan yek e ku nasnameya gelê Kurd tine bikin, ji ber vê yekê divê hemû gelên herêmê li Kurdistanê tekoşîna xwe dijî pergala faşîst mezin bike û tola şehîdan rabike."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelên Kurdistanê re xwest.

Mizgîn wiha axaftina xwe dewam kir: "Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, pêvajoyeke dîrokî ye û ev vedigere saya fikir û felsefeya Rêberê netewa demokratîk û berxwedana zindanan û hêzên me li eniyên şer ku rojan e parastina herêmên me dikin."

Di merasîman de her wiha bi navê Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê axaftina hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Piştî axaftina bi dawî bûn, nasnameya şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şehîdên ku navên wan hatin eşkere kirin ev in: Mihemed Feysel (Egîd Dêrik), Keder Mista (Ronas Çalak), Rojîn Îsa (Ciwana Rojava), Bahoz Omer (Şoreş Intîkam), Nazdar Omer (Barîn Botan), Fatime Remo (Newroz Ronahî), Hêlîxan Hacî (Hêlîn Çiya), Nesrîn Qasim (Viyan Botan), Şînda Hesen (Rozerîn Dêrik), Egîd Remedan (Rustem Cûdî), Yara Mihemed (Elfteriya Ocalanim), Ezîza Elî (Pêşeng Goran) û Bedran Remedan (Erdal Rojava).

Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêya şehîdan dan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din