Li Dêrikê semînera "Awayên avakirina civakeke azad"

Li bajarê Dêrikê yê Bakurê Sûriyê têkildarî xeteriya zewaca di temenê biçûk de û awayên avakirina civakeke demokratîk semînerek hate dayîn.

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Xak û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê têk bibin" de semînereke girêdayî xetereiya zewaca di temenê biçûk de, avakirina malbateke durust û civakeke azad organîze kir.

Semîner li navenda Şehîd Bawer a ciwanan hate dayîn. Bi dehan jin û şêniyên herêma Beravê beşdar bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Henîfe Mihemed girîngiya parastina destkefiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêwazê avakirina malbatekê li ser bingeha lihevkirin, rêzdariya di navbera herdû zayendan de destnîşan kir.

Henîfa li hemberî xeteriyên li ser civakê têne kirin banga hevgirtinê kir. Her wiha îşaret bi xeteriên zewaca di temenê biçûk de li ser civakê kir.

Henîfa  Mihemed destnîşan kir dewletên dagirker şerê taybet li ser civakê dimeşîne ku herî zêde bandoreke neyinî li ciwanan dike û wiha anî ziman:"Ji her kesî tê xwestin ku erka xwe li hember vê bikaranîna madeyên hişbiriyê û zewaca temen biçûk pêk bîne."

Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din