Li Dêrikê semînerek li ser "Şahê stranên gelerî Evdalê Zeynê" hate dayîn

Yeketiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Dêrikê bi sernavê "Stranên gelêrî nasnameya gelê me ye" semînerek li ser "Şahê stranan Evdalê Zeynikê" dan.

Şêniyên bajarê Dêrikê di nav de bi dehan rewşebîr beşdarî semînera  li ser dengbêj Evdalê Zeynikê ku li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li Dêrikê hate dayîn bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Ciwan Mele Ibrahîm semînerek der barê jiyan û dîroka şahê stranên gelêrî yên Kurd Evdalê Zeynê da. Îbrahîm diyar kir ku Evdalê Zeynê gelek zehmetî di jiyana xwe de dît ji belengaziyê, zilm û êşan li ser destê dagirkerên Kurdan dît, piştî ku bavê wî mir. Evdalê Zeynê di xwedîkirina pezan û çandiniyê bû debara jiyana xwe peyda dikir, ji ber rewşa aborî, lê tevî wê yekê jî bi nasname û çanda û hunera gelê xwe de girêdayî bû û hewl dida wê vejîn bike.

Îbrahîm destnîşan kir ku bi saya wêjevan û helbestvanan û stranbêjin Kurd ku bi devkî ji nifşên din re veguhestin, parastina folklor û çanda Kurdan kirin.

Îbrahîm wiha got: "Strana gelêrî nasnameya gelê Kurd e, bi rêya wê gelek destanên gelê Kurd hatin tomar kirin."

Piştî ku semîner bidawî bû, gelek stranên folklorî yên kevn û hin stranên Evdalê Zeynê hatin pêşkêş kirin.

ANHA


Mijarên Din