Li Dêrik û Tirbespiyê 6 şehîd hatin oxirkirin

Îro li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên kantona Qamişlo, merasîma 6 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dewleta Tirk de şehîd bûbûn, pêk hat. Her wiha şehadeta şervanekî din ku di Berxwedana Serdemê ya li kantona Efrînê ya dagirkirî şehîd bûbû de, hat ragihand.

Li Dêrikê bi sedan şêniyên herêmê û = navçeyên wê ve 5 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn oxir kirin û wesîqeta şervanekî din ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, ragihand.

Bi sedan şêniyên Dêrikê berê xwe da nexweşxaneya Şehîd Hogir da ku cenazeyên şehîdên bi navên Ferat Bozgurt (Agir Agirî), Çekdar Ayvalîk (Artêş Arkêş), Resûl(Delîl Çinar), Aydin Akar(Mahir Avaşîn), Welat Feysel(Rûbar) ên di Berxwedanên Serdem û Rûmetê de şehîd bûbûn, wergirin.

Her wiha wesîqeta şehadeta Esmet Îsmaîl(Rizgar Dêrik) ê ku li kantona Efrînê ya dagirkirî di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 2018’an de şehîd bûbû, hat ragihadin.

Piştî şêniyan cenazeyên şehîdan wergirtin, bi karwaneke girse ku ji dehan erebeyan pêk tên, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka PYD’ê Ayşa Hiso axivî û sersaxiya malbatên şehîdan û tevahî hêzên li eniyên şer kir.

Ayşa Hiso bal kişand li ser pêvajoya hesas a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên bêserûber ên hikumeta Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên ewle re derbas dibin û wiha got: "Armanca dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê, hedefgirtina jina azad û têkoşer di şexsên Hevrîn, Amara û Barînan de ye. Ji lewre divê tevah bi erkên li ser wan, bi taybet di vê pêvajoya dîrokî ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, rabin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de, cenazeyên şehîdan spartin axê..

Li Tirbespiyê, bi sedan şêniyan cenazeyê Cemîl Kêlo(Demhat Tirbespiyê) spart axê û sersaxiya malbata şehîd bi merasîma ku li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Berkevirê pêk hatiye, kir.

Bi navê PYD’ê rêveber Abdulkerîm Sarûxan axivî û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd ji bo azadiya gelên herêmê da."

Sarûxan wiha îşaret pê kir: "QSD’ê îro aliyê herî girîng di dozên Sûriyê û Rojhilata Navîn û tevahî hêzên heyî bi vê hêzî diyalogan dikin. Ev tevahî jî bi saya kedên keç û xortên herêmê ne."

Li aliyekî din jî Ednan Kêlo apê şehîd Cemîl Kêlo wiha got: "Me du şehîd da û di rêya têkoşîn û berxwedanê de berdewam in û her şehîdek ji bo rêya rizgarkirinê li ser goristana şehîdan, dibe kulîlkek ku goristan pê dixemle."

Piştî bidawîkirina merasîmê, pêkhateyên naveya Tirbespiyê yên ji Kurd, Ereb û Suryan berê xwe da gundê Kerdîm Helîme yê rojhilatê navçeya Tirbesiyê da ku serê malbata şehîd Sebrî Tirbespiyê sax bikin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi navê Meclisa navçeya Tirbespiyê hevserok Abdulhelîm Hiso û bi navê Hêzên Parastina Cewherî(HPC) Abdulxenî Mehmûd axivîn.

Axêveran destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê demografiya herêmê biguherîne û her wiha jî di êrişên xwe de jî gelên resen ên herêmê hedef digire.

Axêveran bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û dagirkirina dewleta Tirk a xaka Sûryê bi dawî bike.

Şehîd Cemîl Kêlo(Sebrî Tirbesiyê) ji damezrînerên YPG’yê. Çek hilgirt û tev li tevahî hemleyên rizgarkirinê yên li dijî çeteyên DAIŞê’ bû. Di 3’yê vê mehê de li Şamê piştî azareke dirêj bi nexweşiya giran re, şehîd bû.

(fr)

ANHA

>


Mijarên Din