Li Dêrikê Yekîtiya Jinên Ciwan şehîd Zîlan bi bîr anîn

Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrikê salvegera 24`an a têkoşer Zeynep Kinacî(Zîlan) bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.

Bi dehan ji şêniyên Dêrikê û endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, da ku beşdarî merasîma salvegera şehadeta têkoşer Zîlan bibin, kom bûn.

Piştî rêzgirtinê derbarê dîrok û berxwedana şehîd Zîlan ku di nava refên partiya Azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirt, sinivîzyonek hate weşandin. Paşê nameya şehîd Zîlan ji aliyê yek ji rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan Emara Tolhildan ve hate xwendin.

Piştî xwendina nameyê koma Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrikê çend stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din