Li Dêrsimê li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirk çalakî: 4 leşker hatin kuştin

Hêzên gerîla li Dêrsimê li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyek kir. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî weşand:

“Hêzên me 11'ê Gulanê saet di 13:30 de li navçeya Hozat a Dêrsimê li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Akrep a artêşa TC a dagirker ku li ser rêya qereqola Amûtkayê bû, çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir, bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.

Di şeva 11'ê Gulanê de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Sinûnê ya herêma Xakurkê û qada Tepê Sor a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."


Mijarên Din