Li Dufa El-Xerbiyê pêngava serdegirtinê berdewam e

Di encama pêngava serdegirtinên li herêmên cuda ji Dufa El-Xerbiyê, vê sibehê artêşa Îsraîlê 9 ciwanên Filistînê binçav kirin. Herwiha artêşê keştiyên masîgirên li deryaya Xezayê kirin armanc, di heman demê de  li Filistînê, çalakiyên li ser dijî Hevpeymana Serdemê û kongreya Behreynê berdewam e.

Nûçegihanê ajansa ANHA`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkariyên Filsitînê ragihand:"Di pêngava serdegirtinên li Dufa, artêşa Îsraîlê 9 ciwanên Filistînê binçav kirin."

Nûçegihanê me bi berdewamî got: “Dema masîgir li Deryaya Xezayê ser karê xwe bûn, artêşa Îsraîlê êrîş bir ser keştiyên masîgirên Filistînê û hin ji wan binçav kirin  û hin jî di encama gulebaranê de, birîndar bûn."

Di vê çarçoveyê de çapemeniya Îsraîlê tekez kir ku artêşa Îsraîlê kesên ku çalakiyan li dijî hêzên artêşê dikin, binçav kirine.

Ji aliyekî din ve jî, nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku çalakiyên gelên Filistînê yên der barê redkirina Hevpeymana Serdemê û kongreya Behreynê berdewam e.

(eh)


Mijarên Din