Li DYA‘yê rewşa awarte hate ragihandin

Serokê DYA’yê Donald Trump ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) li seranserê welêt rewşa awarte ragihand.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ê berî çend roja vîrûsa Koronayê weke şewbeke demsalî anîbû beramberî hev li Qesra Spî bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê rewşa awarte ragihand.

Li DYA’yê di rewşa heyî de hejmara kesên bi vîrûsê ketine jêrî 1300 û hejmara miriyan jî derdorî 30’an e. Lê ji ber sînordarkirina testan tê texmînkirtin ku hejmara rast hê zêdetir bin. Di raporeke ku roja Pêncşemê pêşkêşî Senetoyê hate kirin de hatibû ragihandin ku li welat wê vîrûs belavî 150 milyon kesî bibin. Rayedarên eyaleta Ohîo jî diyarkirin ku tenê li vê eyaletê dibe hejmara kesên bi vîrûsê ketibin 100 hezar bin.

Ragihandina rewşa awarte, amadekarî tê kirin ku ji bo têkoşîna bi şewba vîrûsê re kredî ji bo şaredarî rêveberiyên xwecihî û eyaletan re bê kirin. Trump diyar kir ku dibe ku fona alîkariyê ya ji bo eyalet û rêveberiyên xwecihî bigihêje 50 milyar dolarî.


Mijarên Din