Berdevê polîsan li herêma Belex a bakurê Efganistanê Asif Wezîrî got: “Îro li Belexê di wesayîta karmendên şîrketeke petrolê de teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne.”
Heta niha tu aliyan berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe. Di çend mehên dawîn de li Efganistanê gelek êriş pêk hatibûn. Çeteyên DAIŞ`ê hinek ji wan girtibûn ser xwe.
(cx)